Tîrmeh 22, 2021 13:53 Asia/Tehran
  •  Revandina nûnerên Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê û PYD`ê ket roja 43`emîn

Revandina nûnerê Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên têkiliyan yên PYD`ê ji aliyê Hêzên ewlehiyê yên PDK`ê ve kete roja 43`emîn, hîna jî çarenûsa wan ne diyar e.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Di 10`ê Hezîranê de, hêzên PDK`ê nûnerê Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mustefa Xelîl û  Mustefa Ezîz ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe, berê xwe dabûn balafirgeha Hewlêrê, revandin.

Ji wê demê de hêzên ewlehiyê yên girêdayî PDK`ê tevî xwestekên Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê û PYD`ê, cihê endamên revandî û sedema revandina wan, diyar nekiriye.

Dayîreya Têkiliyên Derve ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja yekemîn ji revandina nûneran de daxuyaniyek da û tê de got: "Em dibînin ku ev tedbîr gengeşiyê zêde dike û rêya diyalogê lewaz dike. Ji ber wê jî em hêvî dikin ku tu aliyên Herêma Kurdistanê di vê pêvajoya hesas de nekevin pey projeyên provokator ên ku dewleta Tirkiyê ên derxstina şerê navxwyî."

Her wiha daîreyê banga eşkerekirina çarenûsa endamên ku hatine revandin kir.

Serepeyv