Tîrmeh 22, 2021 12:27 Asia/Tehran
  •  Li Silêmaniyê cûreya Delta ya Koronayê zêde dibe

Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê li ser zêdebûna pêketiyên Koronayê û zêdebûna cûreya Delta ya Koronayê hişyarî dide.

Li gorî rapora Kurdistan24ê, Li Silêmaniyê di nava 24 demjimêrên borî de 8 kesên din bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan. Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê li ser zêdebûna pêketiyên Koronayê û zêdebûna cûreya Delta ya Koronayê hişyarî dide.

Rêveberê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî li ser vê mijarê ragihand; cûreya Delta ya vîrusa Koronayê li Silêmaniyê bilez zêde dibe.

Dr. Sebah Hewramî eşkere kir ku li Silêmaniyê di nava 24 demjimêrên dawî de 8 pêketiyên Koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiyê tenê li bajarê Silêmaniyê ji destpêka belavbûna vîrusa Koronayê heta îro, 2 hezar û 117 kesan canê xwe ji dest daye û 67 hezar û 711 kes jî bi vê vîrusê ketine û niha 5 hezar 323 pêketî di bin tedawiyê de ne.

Li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê jî, heta niha 4 hezar û 626 kesan jiyana xwe ji dest daye, 14 hezar û 594 pêketî di bin tedawiyê de ne û bi giştî hejmara pêketiyan gihiştiye 208 hezar kesan.          

Serepeyv