Tîrmeh 21, 2021 21:50 Asia/Tehran
  • Serokê Herêma Kurdistanê û serokwezîrê Yewnanistanê bi telefonê bi hev re gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Yewnanistnê peywendiyên dualî gotûbêj kirin û tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Yewnanistanê di her warî de kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê ya Iraqê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis îro, 21/07/2021, peywendiyeke telefonî encam dan.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê peywendiya telefonî de Nêçîrvan Barzanî û Kyriakos Mitsotakis,  peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên li gel Yewnanistanê gotûbêj kirin û “her du aliyan xwesteka xwe ya ji bo pêşxistina warên peywendiyan, hevbeşî û alîkariya du alî dûpat kirin.”

Her li gor wê daxuyaniyê,  Serokwezîrê Yewnanistanê “daxwaza lêborînê kir ku serdana çaverêkirî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê hat paşxistin û xwesta xwe ya ji bo encamdana serdanê di demeke guncaw ya paşerojê de nîşan da.”

Herwiha pêşhatên dawî yên belavbûna pandemya virusa Corona, rewşa Iraq û navçeyê bi giştî û çend babetên din ên ji bo her du aliyan girîng û hevbeş, mijarên din ên peywendiya telefonî ya Nêçîrvan Barzanî û Kyriakos Mitsotakis bû.

Serepeyv