Tîrmeh 08, 2021 10:35 Asia/Tehran
  •  Li Herêma Kurdistanê 905 kes bi Koronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 905 kes bi vîrusa Koronayê ketin û 3 nexweş bi koronayê jiyana xwe ji dest dan û 691 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa coronaya nû Covid-19 belav kirin.

Li gor amarên hatine belavkirin di dawîn 24 demjimêran de 9 hezar û 89 pişkinînên Koronayê hatin kirin û di encama wan pişkinînan de 905 pêketiyên nû yên Koronayê hatin destnîşankirin.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di nava 24 demjimêran de 691 nexweşên Koronayê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere jî kir ku di heyama rojekê de li Hewlêrê 1, Silêmaniyê 1 û Duhokê 1 bi giştî 3 kes bi wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Li gel dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 2 milyon û 178 hezar û 558 pişkinînên Koronayê hatin kirin, ji wan 191 hezar û 290 kes tûşî vîrusa Koronayê bûne û ji wê hejmarê jî,

177 hezar û 901 kes baş bûne û 4 hezar û 521 tûşbûyên Koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv