Tîrmeh 07, 2021 09:28 Asia/Tehran
  • Bi roketan êrîşî baregeha leşkerî ya Amerîkayê li Hewlêrê kirin

Bargeha leşkerî ya Amerîkayê li Hewlêrê navenda Herêma Kurdistanê rastî êrişa bi roketan hat, lê Dije Terora Kurdistana Iraqê dibêje; bi balafirên bêfirokevan êrîş li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hatiye kirin.

Kanala Sabirîn News ya Iraqî ragihand ku bi kêmî ve 20 roket ber bi binkeyek leşkerî ya Amerîkayê li balafirgeha Hewlêrê hatin avêtin.

Ji aliyê din ve hin çavkaniyan ji wan Dije Terora Kurdistana Iraqê li ser hesabê xwe yê Facebookê nivîsiye şeva çûyî saet 22:30 bi balafirên bêfirokevan êrîş li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hatiye kirin.

Dije Terora Kurdistana Iraqê dibêje: Piştî êrîşa balafira bêfirokevan dengê zengila agahdariyê li Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê hat lêdan.

Wê herwiha ragihand ku zirar negihiştiye canê ti kesî û tenê agir li pûş û pelaşan ketiye û tîmên agirkuj bi temirandina şewatê ve mijûl in

Herwiha Gotûbêjê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê  Wayne Maretto jî ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand li gor raportên serekî hîç ziyaneke maddî û mirovî di wê êrîşa îşev a Hewlêrê de çênebûye.

Karwanên terorîst û baregehên leşkerî yên Amerîkî li Iraqê di mehên borî de bi caran rastî êrişan hatine.

Gelek ji gel û komên iraqî dixwazin hêzên terorîst ên Amerîkî ji lraqê vekişin û parlamenta Iraqê jî pilanek jibo vekêşana van hêzan pesend kir.

Serepeyv