Tîrmeh 06, 2021 11:42 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistanê; Wezareta Tendirustiyê pêketina zêdetir ji hezar kesên din bi Koronayê ragihand

Li Herêma Kurdistanê 6 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1071 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1071 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 311 kes li Hewlêrê, 286 kes li Silêmaniyê, 415 kes li Duhokê û 54 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand, di nav 24 demjimêran de 6 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 3 kes Hewlêrê û 3 kes li Silêmaniyê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 625 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 189401

Mirin: 4510

Başbûn: 176562

 

Serepeyv