Li Berdereşê dema nêçîra masiyan, narincok teqiya kesek can da û yek jî birîndar bû
Tîrmeh 05, 2021 08:45 Asia/Tehran
Li bajarokê Berdereş yê Dihokê li Herêma Kurdistanê di dema girtina masiyan de xortek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Berpirsê polîsê bajarokê Berdereş, Seidî Şêx Ehmed ji BasNewsê re got ku duh danê êvarê sê xortên xelkê nahiya Kelek ya Berdereşê çûbûn ser çemê Xazir bi narincokan masiyan bigirin lê narincok bi wan de teqiya.
Wî efserê polîs da zanîn, ji ber teqîna narincokê xortek hat kuştin û xortek jî birîndar bû û rewşa wî baş e.