Li Herêma Kurdistanê 729 kes bi Koronayê ketin
Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 729 kes bi vîrusa Koronayê ketin û 8 nexweş bi koronayê jiyana xwe ji dest dan û 464 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa coronaya nû Covid-19 belav kirin.
Li gor amarên hatine belavkirin di dawîn 24 demjimêran de 9 hezar û 428 pişkinînên Koronayê hatin kirin û di encama wan pişkinînan de 729 pêketiyên nû yên Koronayê hatin destnîşankirin.
Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di nava 24 demjimêran de 464 nexweşên Koronayê baş bûne.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere jî kir ku di heyama rojekê de li Silêmaniyê 3 û Duhokê 5 bi giştî 8 kesan bi wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.
Li gel dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 2 milyon û 125 hezar û 808 pişkinînên Koronayê hatin kirin, ji wan 186 hezar û 445 kes tûşî vîrusa Koronayê bûne û ji wê hejmarê jî, 174 hezar û 154 kes baş bûne û 4 hezar û 485 tûşbûyên Koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.