Hezîran 30, 2021 20:57 Asia/Tehran
  •   Komîsyona Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Belçîkayê komkujiya Kurdên Êzidî nas kir

Komîsyona Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Federalî ya Belçîkayê komkujiya Kurdên Êzidî ya ji aliyê DAIŞê ve bi fermî nas kir û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragihand ku naverasta Tîrmehê ew biryar dikeve bernamaya kar a parlamentoyê.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê (YE) Dilawer Ajgeyî ji Rûdawê re ragihand, îro Çarşemê, Komîsyona Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Federalî ya Belçîkayê komkujiya Kurdên Êzidî ya ji aliyê DAIŞê ve bi fermî nas kir.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her wiha ragihand ku naverasta Tîrmehê ew biryar dê di bernameya kar a parlamentoya Belçîkayê de cih bigire û bi egereke zêde jî dengên pêwîst dê werbigire û derbas bibe.

Projeyasaya naskirina komkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê Endamê Komîsyona Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Belçîkayê George Dalaman ve hatiye amadekirin.

Dilawer Ajgeyî dibêje, “George Dalaman roleke berçav hebûye di gihandina wê proje yasayê bo parlemntoya Belçîkayê û berî niha jî serdana Kurdên Êzidî û Babe Şêx kiriye.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê (YE) Dilawer Ajgeyî amaje bi wê jî kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê peywendiyeke qayîm li gel Parlamentoya Belçîkayê heye û di rûniştina îro de jî bi fermî spasiya hewlên Herêma Kurdistanê kiriye bo serxistina wê proje yasayê.

Komkujiya Kurdên Êzidî

Roja 3ê Tebaxa 2014an DAIŞê êrişeke berfireh bir ser Şingal û gundên wê û bi sedan hemwelatiyên Kurd ên Êzidî kuştin û 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî revandin.

Li gor amarên fermî, heta 29ê Tîrmeha 2020î 3 hezar û 530 kes ji destê wê rêxistinê hatin rizgarkirin û heta niha çarenivîsa zêdetir ji 2 hezar kesan jî nediyar e.

Êrişa DAIŞê ya li ser Kurdên Êzidî wek `fermana 73emîn` tê binavkirin.

 

 

 

Serepeyv