Ji ber topbarana artêşa Tirkiyê elektirîka gundê Hirorê yê Dihokê qut bû
Hezîran 29, 2021 09:11 Asia/Tehran
Qaymeqamê nahiya Kanî Masê ya bajarokê Amêdiyê ragihand, ji ber topbaranên Tirkiyê elektirîka gundê Hirorê qut bû.
Qaymeqamê nahiya Kanî Masê ya Amêdiyê, Serbest Sebrî herwiha duh got: Îro (duşemê 28 Hezîranê) topek li stûneka elektirîka gundê Hirorê ket û elektirîka gund qut bû û 80 malên gund di tariyê de man.
Serbest Sebrî her wiha got, tîmên çêkirina elektirîkê îşev(duşemê) nikarîn ji ber şer biçin gund, dê sibê (sêşem 29 Hezîranê) qesta wir bikin.