Agir bi bazareke mezin li Hewlêrê ket
Îro li Hewlêrê navenda Herêma Kurdistanê agir bi bazareke mezin a bi navê Hawler Mall li ser cadeya 30 metrî ber bi cadeya Şoreşê ve derket û gelek dikan şewitîn û xisarên mezin li xelkê ket.
Berdevkê Berevaniya Sivîl a Hewlêrê, Serkewt Kareş ji Rûdawê re got, “şewata li vê bazarê îro saet 04:30 derketiye û bûye sedema gelek ziraran.”
Serkewt Kareş got, “niha agir hatiye kontrolkirin, lê zirarên maddî çê bûne û gelek dikan şewitîne.”
Bi gotina Berdevkê Berevaniya Sivîl a Hewlêrê, di bûyerê de ti zirarên canî çê nebûne.
Peyamnêra Rûdawê ji cihê bûyerê ragihand ku di şewata li vê bazarê de bi kêmanî 90 dikan bi temamî şewitîne. Lê ev yek hêj bi fermî nehatiye piştrastkirin
Xwediyê dikanekê amaje bi wê yekê dide, ku ev cara sêyemîn e di salên bihorî de agir bi Hawler Mall dikeve lê aliyên pêwendîdar daxwazên wan yên ji bo danîna sîstema agirvemirandinê li bazarê piştguh dixin.
Hêj ti aliyekî fermî sedema derketina şewata li bazara Hawler Mall nedaye xuyakirin.