Hezîran 25, 2021 10:05 Asia/Tehran
  • Ji ber êrişa Tirkiyê bi dehan pez telef bûn

Li nahiya Dêrelokê li sînorê navçeya Amêdiyê ya Herêma Kurdistanê , di encama bombebarana artêşa Tirkiyê de bi dehan serî pezê xelkê herêmê telef bûn.

Rûdawê duh diyar kir ku balafirên şer ên Tirkiyê li gundê Mijê ser bi nahiya Dêrelokê çewlîga pez kir armanc.

Nasir Elî diyar kir ku di encama êrişa balafirên Tirkiyê de bi dehan serê pezê welatiyê bi navê Şîmal Spîndar mirar bûn.

Welatiyekî herêmê ji Rûdawê re got ku di dema bombebaranê de şivan ne li wir bûn û tirsa wan heye ku balafirên artêşa Tirkiyê ji nû ve wê deverê bombebaran bikin.

Heman kesî herwiha diyar kir ku nayê zanîn ka çend serî pez û berx mirine.

Balafirên Tirkiyê Duşemê 24ê Hezîrana 2021ê heta duh êvarê heşt caran dever bombebaran kir.

Qeymiqamê navçeya Amêdiyê Îsmaîl Mistefa jî ji Rûdawê re da zanîn ku rojane navçeyên wan têne bombebaran û topbarankirin û got: "Mixabin gelê me rojane tûşî ziyanên madî û canî dibin.”

Di bombebaranê de ku welatiyên sivîl kûçikek ku li gundekî sînorê Amêdiyê ket bin bombebaranê rizgar kirin.

Serepeyv