Hezîran 23, 2021 23:03 Asia/Tehran
  •   Serokê Herêma Kurdistanê û Şahê Urdinê civiyan

Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem îro pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir. Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Me li gel Şah Ebdullah behsa karê hevbeş, aloziyên li navçeyê û pirsên hevbeş kir.”

Li gorî nûçeya Rûdawê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro demjimêr 11.20 gihişt Firokexaneya Navdewletî ya Şajin Elya ya Emmanê û ji aliyê merasîmeke ast bilind hat pêşwazîkirin. Nêçîrvan Barzanî paşê derbasî Koşka taybet a Şahê Urdinê bû ji aliyê Şah Ebdullah ve hat pêşwazîkirin.

Nêçîrvan Barzanî derbarê civîna li gel Şahê Urdinê de li hejmara xwe ya Twitterê ragihand, “Kêfxweş bûm ku îro li Emmanê li gel Şah Ebdullahê Duyem kom bûm. Me li gel Şah Ebdullah peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Urdinê de gotûbêj kir.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha tekez kir, ku ew girîngî bi peywendiyên dîrokî yên Herêma Kurdistanê yên li gel Urdinê didin û dê zêdetir pêş bixin û got, “Me li gel Şah Ebdullah behsa karê hevbeş, aloziyên li navçeyê û pirsên hevbeş kir.”

Serepeyv