Hezîran 23, 2021 17:04 Asia/Tehran
  • Arêz Ebdullah: Hebûna PKK`ê behane ye, amanca dewleta Tirkiyê dagirkerî ye

Hawar Newsê nivîsiye: "Endamê Konseya Serokatiyê ya YNK'ê Arêz Ebdullah diyar kir ku dewleta Tirkiyê hebûn PKK dike behane, lê ev ne rast e, armanca wê dagirkirina Herêma Kurdistanê ye û da zanîn ku ew amade ne bibin navbeynkarê pêşîlêgirtina şerê di nava Kurdan de."

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), "Endamê Konseya Serokatiyê ya YNK'ê Arêz Ebdullah ji Rojnewsê re axivî û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirkiyê dagirkerî ye û bal kişand ser daxuyaniyên Tayyîp Erdogan û rayedarên dewleta Tirkiyê ên li ser peymana Lozanê ku bi dawî dibe. Her wiha da zanîn ku agahiya YNK`ê û Wezareta Pêşmerge ji şandina çekdarên PDK`ê ji qadên gerîla re, tune ye."

Di destpêkê de Arêz Ebdullah îşaret bi êriş û dagirkeriya  dewleta Tirkiyê a li ser xaka Herêma Kurdistanê kir û got; “ dewleta Tirkiyê bi rêya Erdogan, wezîrê navxwe û wezîrê derve yê Tirkiyê bi eşkere dibêjin ku piştî peymana Lozanê bi dawî hat, ew ê desthilat û xaka dewleta xwe berfireh bikin. Armanca dewleta Tirkiyê wilayeta Musilê ku Herêma Kurdistanê jî digre nava xwe mîna berê vegerîne ser xaka Tirkiyeyê."

Arêz Ebdullah da zanîn dewleta Tirkiyê ji bo dagirkeriya xwe pêk bîne, hebûna PKK’ê li nava xaka Herêma Kurdistanê ji xwe re wek behane nîşan dide û wiha domand; "Mane PKK li çiyayê Başîka nîne, Tirkiye çima li wê derê baregeha xwe ya leşkerî daniye? Ji bona wê her kesek wisan bi fikire ku sedema hatina dewleta Tirkiyê PKK ye, ew xelet e. Ji ber ku dewleta Tirkiyê berê xwe bide ku derê ew der dagir dike."

Arêz Ebdullah got: "Gotinên min ji bo siberoj û dîrokê bila bimînin, ez dibêjim wê Tirkiye Kurdistanê dagir bike. Ger PKK jî li sînoran vekişe wê êdî Tirkiye venegere û bi nêta dagirkirina Herêma Kurdistanê hatiye. Xwezî PDK’ê jî vê fikra xwe bi guhertiba û wisa ne fikirîba ku PKK sedema dagirkeriya dewleta Tirkiyê."

Endamê Serkirdayatiya YNK’ê Arêz Ebdullah, amadebûna YNK’ê ji bo navbeynkariya navbera PKK’ê û PDK’ê re nîşanda û diyar kir, ku YNK li dijî şerê Kurd bi Kurd disekine.

 

Têkildarî siyaseta şerxwaz a PDK’ê ku çekdarên xwe ber bi qadên hêzên PKKê ve dişîne jî Arêz Ebdullah wiha axivî; “Li gorî yasayên heyî yên Herêma Kurdistanê, pêşmerge dikare here hemû cihekî, ji Zaxo bigre ta Qendîl, Xakurkê û Sîdekanê. Lê ne YNK ne jî Wezareta Pêşmerge haya wê ji vê tevgera hêzên ku ji bo van cihan tê şandin, nîne. Di vê demê de şandina hêzê ji bo van deveran wisa tê şîrovekirin ku ev hêz ji bo alîkariya artêşa Tirkiyê çûne van deveran. Lê ger ev hêz ji beriya êrişên Tirkiyeyê, yan jî piştî bi dawî hatina şer çûban deverê wê bi awayekî din bihatana nirxandin."

Di dawiyê de jî Arêz Ebdullah ev bang kir; "Pêwîste di navbera PKK’ê û PDK’ê de ji hev famkirinek çêbibe. Bila PKK rewşa Herêma Kurdistanê li berçav bigre û PDK jî PKK’ê wek behaneya dagirkeriya Tirkiyê nîşan nede. Bila bi giftugoyê nakokiyên heyî çareser bikin. Ji ber ku Tirkiye pilanek metirsîdar heye, dixwaze xwe bigihîne Qendîl û tevayî cihên din ên Kurdistanê."

Serepeyv