Li Herêma Kurdistanê 7 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 622 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 622 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 7 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 622 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 120 kes li Hewlêrê, 236 kes li Silêmaniyê, 233 kes li Duhokê, 7 kes li Helebceyê, 26 kes li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 524 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan kes li Hewlêrê, 221 kes li Silêmaniyê, 144 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 42 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 181135
Mirin: 4422
Başbûn: 169590