Asayîşa Silêmaniyê li ser “şerê Serçinar” daxuyaniyek belav kir
Asayîşa Silêmaniyê têkildarî bûyera ku duh bi şev li Silêmaniyê rû da û çend endamên asayîşê birîndar bûn, daxuyaniyek da.
Asayîşê ragihand, piştî ku pirsgirêk di navbera şufêrek û hêzên asayîşê de çêbû, hêzek din a çekdar hat cihê bûyerê û êrişê ser hêzên asayîşê kir.
Asayîşa Silêmaniyê di derbarê aloziya ku duh bi şev li taxa Serçinar a Silêmaniyê rû da û çend endamên hêzên ewlehiyê têde birîndar bûn, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya asayîşê de hat gotin; “Piştî ku şufêrek rênimayên qanûnî bi cih neanî û pirsgirêk derxist, hêzeke çekdar bi awayekî dervey yasayê tê bikaranîn û êrişê ser hêzên ewlehiyê yên erkdar dike. Gulle li hêzên hevbeş yên asayîşê dibarînin. Di encamê de şeş endamên asayîşê û endamek yê hêzên destwerdana lezgîn a ser bi rêveberiya polîsên Silêmaniyê birîndar bûn û ew rakirin nexweşxanê.”
Asayîşê diyar kir ji bo lêkolîna bûyerê ew ê serî li rêyên qanûnî bidin û lêpirsîna bûyerê ji bo komisyona lêkolînê bihêlin.