Hezîran 21, 2021 15:11 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Serokomarê hilbijartî yê Îranê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku wî pîrozbahî li Serokomarê hilbijartî yê Îranê Îbrahîm Reîsî kiriye.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku wî pîrozbahî li serkomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî kiriye.

Mesrûr Barzanî herwiha daye zanîn ku wî ji Reîsî re gotiye Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bendê ye bi wî re kar bike ji bo bihêzkirina pêwendiyên dêrîn yên Herêma Kurdistanê û Îranê.

 

Serepeyv