Hezîran 15, 2021 14:06 Asia/Tehran
  •  Li Herêma Kurdistanê 613 kes bi Koronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 613 kes bi vîrusa Koronayê ketin û 11 nexweş bi koronayê jiyana xwe ji dest dan û 612 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa coronaya nû Covid-19 belav kirin.

Li gor amarên hatine belavkirin di dawîn 24 demjimêran de 10 hezar û 528 pişkinînên Koronayê hatin kirin û di encama wan pişkinînan de 613 pêketiyên nû yên Koronayê hatin destnîşankirin.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di nava 24 demjimêran de 613 nexweşên Koronayê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere jî kir ku di heyama rojekê de li Duhokê 4, Silêmaniyê 7 bi giştî 11 kes bi wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Li gel dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 1 milyon û 996 hezar û 787 pişkinînên Koronayê hatin kirin, ji wan 177 hezar û 272 kes tûşî vîrusa Koronayê bûne û ji wê hejmarê jî, 165 hezar û 684 kes baş bûne û 4 hezar û 373 tûşbûyên Koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê careke din daxwaz ji xelkê kir ku pabend bin bi rênimayiyên tendirustî, dûrketina ji cihên qelebalix û bikaranîna mask û herwiha di demeke pêwîst be peywendî bi Hêla Germ a hejmar 122 bikin.

 

 

Serepeyv