Hezîran 13, 2021 10:08 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yê Koronayê ragihandin.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 239 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 239 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 12 kes li Hewlêrê, 45 kes li Silêmaniyê, 181 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Silêmaniyê, 3  kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 616 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 176162

Mirin: 4360

Başbûn: 164518

 

 

Serepeyv