Hezîran 12, 2021 10:24 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Yewnanistanê bi zûtî ê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kurdistanê di dirêjiya serdana xwe ya çend welatên Ewropayê de, li Atînayê bi Serokwezîrê Yewnanistanê re civiya. Serokwezîrê Yewnanistanê aşkere kir ku ewê di demeke nêzîk de serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh li Atînaya paytexta Yewnanistanê bi Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis reciviya.

Li gor daxuyaniya Serokwezîriyê, di civînê de pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Yunanê û dawîn pêşhatên li Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniyê, Mesrûr Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ya zêdetir pêşxistina peywendiyên bi Yewnanistanê re dûpat kir, bi taybetî jî di warê weberhênan û alugorên bazirganî.

Serokwezîrê Yewnanistanê jî di civînê de kêfxweşiya xwe li hember serdana bilind a Herêma Kurdistanê bo Yunanê nîşan da.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye, Serokwezîrê Yewnanistanê amadebûna welatê xwe bo pêşxistina peywendiyan di her warî de li gel Herêma Kurdistanê nîşan da û amaje bi wê kir, ku van nêzîkan ew dê li gel şandeke bilind a ji hikûmet û weberhênerên Yunanê, serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, dawîn pêşhatên li navçê, rûbirûbûna gef û metirsiyên teror û şerê DAIŞê beşek ji wan mijaran bûn ku di civînê de gotûbêj li ser hatin kirin.

Serepeyv