Hezîran 08, 2021 15:35 Asia/Tehran
  • Lijneyeke hikûmeta Iraqê ji bo cîhbicîh kirina yasaya budceyê çûye Hewlêrê

Îro şandeyeke hikûmeta Iraqê li dîwana çavdêriya darayî ya Iraqê gihêşt Hewlêrê û bi wezareta darayî û hejmarek wezaretên din ên hikûmeta herêma Kurdistanê re dê bicive.

li gor BasNewsê, piştî ku şandeya herêma Kurdistanê çû Bexdayê, şeva borî vegeriya herêma Kurdistanê û îro 08.06.2021ê lijneyeke dîwana çavdêriya darayî ya Iraqê hate Hewlêrê û bi dîwana çavdêriya darayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û çend wezaretên din re civiyan.

BasNewsê herwiha diyar kir ku civîn bo gutûbêjkirina li ser çawaniya cîhbicîhkirina qanûna budcê û muqayesekirina xercan û dahatan pêk tên.

Hat ragihandin ku ji bo cîhbicîh kirina qnûna budcê şandeya teknîkî ya herêqanûna budcê kar bikin.

Duh şandeyeke hikûmeta herêma Kurdistanê ji wezareta darayî û aborî û dewlemendiyên xwezayî û nûnerê çavdêriya darayî ve serdana Bexdayê kirin û li gel wezîrê darayî yê Iraqê civiyan.

Serepeyv