Hezîran 05, 2021 20:05 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî: Em PKK hişyar dikin, bila hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê derxîne

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku tevî şermezarkirina êrîşa PKKê ser hêzên Pêşmerge yên Herêmê, PKKê hişyar dike ku hêzên xwe ji Herêmê derxîne.

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku tevî şermezarkirina êrîşa PKKê ser hêzên Pêşmerge yên Herêmê, PKKê hişyar dike ku hêzên xwe ji Herêmê derxîne.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand: Em êrîşa îro ya hêzên PKKê ser Pêşmergeyên Herêmê li navçeya Metînaya Amîdiyê ku bû sebeb 5 Pêşmerge canê xwe ji dest bidin û hejamreke din birîndar bibin, şermezar diokin.

Barzanî ragihandiye: Em dîsan daxwaz dikin û hişyariyê didin ku PKK divê zêdetir ji vê yekê nebe sebeba pêkhatina pirsgirêk û nearamiyê û hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê derxîne.

Qayîm meqamê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 5 hêzên Pêşmerge yên Zêrevaniyê li Çiyayê Metînayê di pevçûna digel hêzên PKKê da hatine kuştin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Hêzên Pêşmerge yên Zêrevaniyê anku hêzên Pêşmerge yên ser bi Partiya Demeokrat (PDK) di pevçûna digel PKKê da hatine kuştin.

Medyayên PKKê jî ragihandine ku PDK ji saet 4ê berbangê hejmareke zêde ya hêzên xwe şandine navçeyên bin kontrola PKKê li Amîdî û Metînayê.

 

 

 

Serepeyv