Hezîran 01, 2021 09:50 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê ejmara pêketiyên Koronayê 170 hezar kes derbas kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 640 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 640 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 121 kes li Hewlêrê, 233 kes li Silêmaniyê û 223 kes li Duhokê, 54 li Germiyanê û 9 kes li Raperînê ne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 6 kesan canê xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 650 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 170094

Mirin: 4275

Başbûn: 156364

 

Serepeyv