Ji ber êrîşên asimanî yên Tikriyê 47 cihwarên jiyanê li bakurê Iraqê hatin valakirin
Medyayan qala valakirina bi dehan cihwarên jiyan li Herêma Kurdistanê di rojên borî da û li pey êrîşên asimanî yên Tirkiyê li ser van navçeyan kir.
Li gorî rapora Fars Newsê, Di encama êrîşên asimanî yên Tirkiyê di 37 rojên borî da li ser bakurê Iraqê bi giştî 47 gund li Herêma Kurdistanê hatine valakirin.
Malpera Ehwalê ji zarê nûnerê PDKê nivîsî: Artêşa Tirkiyê bi ketina nav gundên valabûyî li bakurê Iraqê daran dibire û radestî şirketên darfirotinê li Tirkiyê dike.
Di rojên dawî da êrîşên asimanî yên Tirkiyê herî zêde li ser girê stratejîk ê Metînayê bûne û cihwarên jiyanê û ne-leşkerî jî dikevin ber êrîşê.
Li gorî vê raporê, derdora 185 kîlomitrên çarkunc ji darên mêwe li Metînayê hatine şewitandin, keriyên pêz ên gundiyên kurd ji nav çûne û zeviyên wan hatine şewitandin.