Leşkerên Tirkiyê rê li gundiyên Herêma Kurdistanê digirin û ji wan derbarê PKKê pirs dikin
Operasyon û bombebaranên artêşa Tirkiyê liHerêma Kurdistanê berdewam in û her ku diçe hejmara binkeyên serbazên Tirkiyê zêde dibin. Leşkerên Tirkiyê daketin gundê Hirûrê li herêma Berwarî Bala û rê li gundiyan girtin û derbarê PKKê ji wan pirskirin û gef li wan xwarin ku divê ew her endamekî PKK dibînin zûka artêşa tirk agahdar bikin û ew nikarin pir ji gund dûr kevin.
Xelkê gundê Hirûrê dema ku diçûn ser rez û baxên xwe leşkerên Tirkiyê rê li wan girtin û derbarê . Ew leşker di wê xala serbazî de bicih bûne ku 3 hefte ne li nêzikî gund hatiye danîn.
Rûdawê ragihandiye ku leşkerên Tirkiyê duh saet 10.30-11.00, dema ku gundî diçûn ser rez û baxên xwe rê li wan girtin û ji gundiyan pirs kirin ku gelo hêzên PKKê li devera xwe dîtine an na. Herwiha ji wan re gotin ku divê ku her ku wan endamekî PKKê dîtin divê ku zûka leşkerên tirk pê bihesînin û nabe hêzên PKKê bikevin nava gundê wan, neku ewê werin cezakirin. Her wiha ji gundiyan xwestin ku bi xwe jî nikarin ji gund pir dûr kevin.
Êrişên dewleta Tirkiyê di warê canî û siruştî û aborî de geleg ziyan gihandine Herêma Kurdistanê û xelkê vê Herêmê.
Ji ber şer û pevçûnan û operasyon û bombebaranên Tirkiyê bi sedan gundên Herêma Kurdistanê, hatin valakirin û dehan donim bax, baxçe û daristan şewitîn. Niştecihên heremê dibêjin bi leşkerên Tirkiyê re hinek çete bi kompanyeyan re lihev dikin darên li Herema Kurdistanê dibirin û derbasî wî aliyê sînor dikin. Serokê Lijneya Pêşmerge li Parlamenta Herêma Kurdistanê babet û ziyanên hanê û birîna darên Herêmê û derbaskirina wan nav Tirkiyê piştrast kir li ser vê mijarê hişyarî da.