May 26, 2021 09:39 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 9 kes bi Koronayê mirin

Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 651 kes bi vîrusa Koronayê ketin û 9 nexweş bi koronayê jiyana xwe ji dest dan û 860 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa coronaya nû Covid-19 belav kirin.

Li gor amarên hatine belavkirin di dawîn 24 demjimêran de 9 hezar û 319 pişkinînên Koronayê hatin kirin û di encama wan pişkinînan de 651 pêketiyên nû yên Koronayê hatin destnîşankirin.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di nava 24 demjimêran de 860  nexweşên Koronayê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere jî kir ku di heyama rojekê de li Hewlêrê 2, Duhokê 4, Germiyanê 1 û li Silêmaniyê 2 bi giştî 9 kes bi wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Li gel dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 1 milyon û 821 hezar û 619 pişkinînên Koronayê hatin kirin, ji wan 166 hezar û 702 kes tûşî vîrusa Koronayê bûne û ji wê hejmarê jî, 151 hezar û 501 kes baş bûne û 4 hezar û 238 tûşbûyên Koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê careke din daxwaz ji xelkê kir ku pabend bin bi rênimayiyên tendirustî, dûrketina ji cihên qelebalix û bikaranîna mask û herwiha di demeke pêwîst be peywendî bi Hêla Germ a hejmar 122 bikin.

Serepeyv