Berdewamiya bombebaranên Tirkiye ser Herêma Kurdistanê
Operasyona arteşa Tirkiyê di nava axa Herêma Kurdistanê de bi hinceta hebûna şervanên PKKê berdewam e û ji şeva borî jî hejmareke gundên sînorî berdewam tên topbaran û bombebarankirin.
Artêşa Tirkiyê berdewam Zinarê Kêste û gundên derdorê topbaran û bombebaran dike û şerên giran ketine gundên Deşîş, Edna û Serero.
Li gorî ragihandina peyamnêrê Rûdawê, ji duh piştî nîvro ve topbaran û bombebarankirina pişta gundê Kêste, Berê Redê, Bêgovan berdewam e û “derdora saet 15.00 jî topek li herêma Zinarê Kêste û riya Hirûrê ket.”
Ji ber topbaran û bombebarana berdewam a navçeyê, beşeke mezin a pûşê gundê Kêste şewitiye û agir heta gihêştiye nêzikî gund jî.
Herwiha cara yekem artêşa Tirkiyê derdora gundê Rêwan a li beramber Zinarê Kêste li nêzikî Metîna topbaran kir û bi dirêjahiya şev û roj jî navber bi navber Zinarê Kêste topbaran kir.
Li gor zanyariyan niha şer û pevçûnên dijwar ên gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê li gundên Deşîş, Edna û Serero hene.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku serbazekî wan dema ku xwe ji helîkopterê avêtiye, birîndar bûye û piştre miriye.
PKK jî ragihand ku wan li çend navçên cuda di şer û pevçûnan de şervanên wan 7 serbazên Tirkiyê kuştine û 2 yên din jî birîndar kirine.