May 21, 2021 21:16 Asia/Tehran
  • Balafirên Artêşa Tirkiyê çar gundên Duhokê bombebaran kirin

Balafirên cengî yên Tirkiyê îro çar gundên Çelkê, Kêste, Atûşî û Bêbadê yên ser bi qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê li Herêma Kurdistanê ve bi dijwarî bombebaran kirin.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, herdu gundên Çelkê û Kêste yên li nahiyeya Kanî Masê îro ji aliyê Tirkiyê ve hatin bombebarankirin.

Rêveberê nahiyeya Çemankê, Elend Emîr jî ji Rûdawê re ragihand, “firokeyên Tirkiyê îro di navbera saet 12:40 û 13:05 de herdu gundên Atûşî û Bêbadê ku pênc kîlometran ji navenda nahiyeya Çemankê ve dûr in, bombebaran kirin û ji ber vê yekê tirsek mezin ketiye nav dilê xelkê navçeyê.”

Derbarê zirarên bombebaranê de, Rêveberê nahiyeya Çemankê got, “li van gundan xelk najîn, lê ji bo serdan û avdana rez û bostanên xwe xelk diçin gundên xwe û heta niha nayê zanîn ku zirarên canî hebûne yan na.”

Peyamnêrê Rûdawê li deverê dibêje, di encama bombebaranan de tora avê ya hejmarek gundên deverê qut bûye û niştecihên wan gundan bê av mane.

Nahiyeya Çemankê ser bi qezaya Amêdiyê ye û dikeve sînorê parêzgeha Duhokê û 40 kîlometran ji sînorê Tirkiyê dûr e.

Artêşa Tirkiyê ji şeva bihorî ve çend cih li nahiyeyên Kanî Masê, Çemankê û Mangêşkê yên parêzgeha Duhokê bombebaran kirine. Her şeva bihorî balafirên tirkan du otomobîl li gundê Dîliya yê ser bi Mangêşkê ve kirin armanc, ku di encamê de herdu otomobîl bi tevahî şewitîne, lê ti zanayrî derbarê zirarên canî de nehatiye ragihandin.

Serepeyv