May 20, 2021 09:29 Asia/Tehran
  •  Li Herêma Kurdistanê 832 kes bi Koronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 832 kes bi vîrusa Koronayê ketin û 8 nexweş bi koronayê jiyana xwe ji dest dan û 853 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa coronaya nû Covid-19 belav kirin.

Li gor amarên hatine belavkirin di dawîn 24 demjimêran de 9 hezar û 469 test anku pişkinînên Koronayê hatin kirin û di encama wan pişkinînan de 832 pêketiyên nû yên Koronayê hatin destnîşankirin.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di nava 24 demjimêran de 853  nexweşên Koronayê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere jî kir ku di heyama rojekê de li Hewlêrê 1, Duhokê 1 û li Silêmaniyê 6 bi giştî 8 kes bi wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Li gel dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 1 milyon û 742 hezar û 525 pişkinînên Koronayê hatin kirin, ji wan 163 hezar û 17 kes tûşî vîrusa Koronayê bûne û ji wê hejmarê jî, 146 hezar û 558 kes baş bûne û 4 hezar û 184 tûşbûyên Koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê careke din daxwaz ji xelkê kir ku pabend bin bi rênimayiyên tendirustî, dûrketina ji cihên qelebalix û bikaranîna maskê https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1905202115

 

Serepeyv