May 17, 2021 20:15 Asia/Tehran
  • Tirkiyê derdorên gundên Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kirin

Artşa Tirkiyê bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê, bilindahiyên Zinarê Kêste û hersê gundên Kêste, Hirurê û Çelkê ya Kîrstiyanan li Herêma Kurdistanê bi giranî bombebaran kir û xelkê navçê jî dibêjin, ev cara yekemîn e ku Tirkiye bi vî awayî deverê bombebaran dike.

Peyamnêrê Rûdawê li gundê Kêste li sînorê parêzgeha Duhokê ragihand, şeva bihorî artêşa Tirkiyê bi riya du helîkopterên cengî derdora gundên Kêste û Hirurê û Çelkêya Krîastiyanan bi giranî bombebaran kir û xelkê navçeyê jî dibêjin, ev cara yekemîn e ku Tirkiye bi vî awayî deverê bombebaran dike.

Ew dibêjin ji ber van bombebaranên Tirkiyê ser navçê, xelkê navçê û bi taybet nişteciyên Komelgeha Bêgova ku nêzîkî wan hersê gundan in, gelek ditirisin.

Rûdawê ragihand ku  ji îro serê sibehê ve heya danê nîvro navçe aram bûye, lê bi riya firokeyên bêfirokevan çavdêriya navçeyê tê kirin û dengê dronan(balafirên bêpîlot) li esmanê navçê tê bihîstin.

Pêştir 4 xalên serbazî yên Tirkiyê li bilindahiyên wê deverê hebûn, lê li gel destpêkirina operasyona nû ya Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistanê, hejmara wan xalên serbazî bo 9 xalan zêde bûye. Li gor agahiyên ji çavkaniyên serbazî ve, hêzên Tirkiyê bi kûrahiya 15 kîlometran derbasî nav axa Herêma Kurdistanê(bakurê Iraqê) bûne.

Li gor agahiyên ji nişteciyên gundê Kêste û Komelgeha Bêgova, şeva bihorî herî zêde Geliyê Zuberîrê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin.

Serepeyv