Di êrişa DAIŞê ya şeva borî de pêşmergeyek hat kuştin
Terorîstên DAIŞê li navçeya Gulaleyê ser bi Kifriyê êrîşî xaleke sengerê Hêzên Pêşmerge û Heşda Şeibî kirin ku di encama êrişê de Pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da.
Çekdarên DAIŞê navçeya Gulaleyê ser bi Kifriyê êrîşî xaleke sengerê Hêzên Pêşmerge û Heşda Şeibî kirin di encama êrişê de Pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da û 2 endamên Heşda Şeibî jî bindar bûn.
Fermandarê Lîwaya sêyemîn yê Hêzên Pêşmerge Ehmed Mistefa ji Rûdawê re got “Îşev(sêşemê) saet 22:an de DAIŞê li Pirdê Helwaniyê ya Gulalayê êrişî xaleke Heşda Şeibî kiriye. Di êrişê de 2 endamên Heşda Şeibî ji serê xwe û singê xwe ve birîndar bûne.”
Herwiha Fermandarê Hêzên Pêşmerge Cemal Waranê jî Rûdawê re ragihand “DAIŞ Li Gundê Omerbilî ya ser bi Kifriyê, bi qenas êrişî ser 16emîn lîwaya Hêzên Pêşmerge kir. Di êrişê de Pêşmergeyê ku birindar bûbû li nexewşxanê jiyana xwe ji dest da.”