Berdewamiya Şer û pevçûnên navbera Artêşa Tirkiyê û PKKê li Herêma Kurdistanê
Şer u pevçûn li deverên herdu gundên Kêste û Çelkê li nahiya Kanî Masê berdewa in û ji ber wî şerî, ziyaneke zêde jî gihîştiye bi raz û baxên navçê. Herwiha beşeke zêde ji şaneyên hingiv yên wê navçê şewitîne.
Peyamnêrê Rûdawê ji Kanî Masê ragihand ku şeva borî saet 12ê şevê, şerekî giran li derdora Gundên Kêste û Çelkê ya kirîstiyan derketiye û artêşa Tirkiyê, navçe topbaran kir û bi helîkopterê jî ew navçe da ber rokêtan.
Derdora Gundê kêste û Çelkê tên topbarankirin û di encama wan topbaranan da, rez û baxên xelkê wê navçê şewitîne.
Peyamnêrê Rûdawê ragihand kêmtir ji 200 mêtran ma bû ku agir bigehêje nav gunde Kêste, lê ji ber hebûna rêyekê, agir bi gund neketiye.
Ji ber êrişên artêşa Tirkiyê gelek rez, bax, û ziviyên çandinê û herwiha gelek ji şaneyên hingivê yên gundiyan şewitîne û ziyanên malî ên giran li xelkê ketine.
Herwiha di encama ew şer û pevçûnên ku li Çiyayê Kêste û Çelkê heye, car bi car top û rokêt li derdora gundê Hirorê jî dikevin ,ku gundekî avadan e û 44 malbat têde hene.