May 08, 2021 21:57 Asia/Tehran
  • Balafirên Tirkiyê çend deverên Şarbajêr li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin

Firokeyên şer ên Tirkiyê li navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê du deverên Çiyayê Asosê bombebran kirin.

Qaymeqamê Nahiiya Mawetê li Şarbajêr Kameran Hesen ji Rûdawê re ragihand ku îro Şemiyê 8ê Gulana 2021ê firokeyên Tirkiyê du deverên Çiyayê Asosê bomberan kirin .

Kameran Hesen da zanîn ku saet 10:10 Xirola Kanî Kinêr û Kelkî Şîlanan li Çiyayê Asos hatine bombebarankirin. 

Qaymeqamê Mawetê herwiha da xuyakirin ji ber ku berî niha balafirên Tirkiyê ew dever bombebaran kiribûn, vê care jî firokeyên Tirkiyê bûn. 

Hesen amaje bi wê yekê  kir ku Tirkiyê bi gumana hebûna PKK û PJAKê wan navçeyan bombebaran dike, lê ti kesê ew li wan navçeyan nedîtine.

Serepeyv