May 03, 2021 10:57 Asia/Tehran
  • Yekem berteka kurdan li hemberî seredana veşartî ya wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê li bakurê Iraqê

Endamekî payebilind ê Tevgera Goranê daxwaza bersiva tund bo seredana ranegihandî ya Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê ji baregehên leşkerî yên vî welatî li bakurê Iraqê kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê El-Melûmeyê, Çolî Esed di vî warî da got: Ev seredana baregehên leşkerî bêyî daketina li balefirgehên fermî yên Bexda û Hewlêrê nîşana bêrêziya li hakimiyeta welêt û bêhurmetiyeka mezin e ku divê dijî wê bisekinin.

Tê gotin ku hin medyayên Tirkiyê qala seredana Xulşsî Akar wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê ji baaregehên leşkerî yên artêşa vî welatî li bakurê Iraqê kiribûn.

 

Serepeyv