Êrîşa DAIŞê li ser bereya Kerkûkê; 5 hêzên Pêşmerge hatin kuştin û birîndar bûn
Fermandarekî Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê qala êrîşa çeteyên DAIŞê li ser baregehên van hêzan di mihwera Kerkûkê da kir.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Nûrî Muhemed Elî, Fermandarê mihwera Kerkûk-Pirî ya Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê di gotûbêja bi Kurdistan24ê ra destnîşan kir ku vê hêzê di demeka kurt da êrîşa DAIŞê têk şikand û rewşa xiste bin kontrola xwe.
Wî got: Piştî saet 24ê Îniyê, DAIŞê ji du aliyan va li bilindahiyên Zûrgeziravê êrîşî ser hêzên leşkera 10 a Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê kir ku piştî 40 deqîqeyên pevçûnê ev êrîş hat têkbirin û êrîşker reviyan.
Vî fermandarê Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku di encama van êrîşan da 3 hêzên Pêşmerge hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.