Nîsan 29, 2021 09:22 Asia/Tehran
  • Peyama Nêçîrvan Barzanî derbarê sefera Berhem Salih bo Hewlêrê

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê sefera serokomarê Iraqê bo Hewlêrê got ku biryar e bi wî ra derbarê rewşa Iraqê û yekîtiyê biaxive.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê malpera Xendanê, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê da bal kişandiye ser sefera duh a Berhem Salih bo Herêma Kurdistanê û ragihandiye ku li balefirgeha Hewlêrê û destpêka vê seferê pêşwaziya Berhem Salih kiriye.

Wî ragihandiye ku ew ê îro Pêncşemiyê derbarê rewşa Iraqê û Yekîtiyê li Herêmê bicivin.

 

 

Serepeyv