Nîsan 27, 2021 21:55 Asia/Tehran
  • Zerîf û Mesrûr Barzanî li Hewlêrê civiyan

Wezîrê karên derve yê Îranê li Hewlêrê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ra civiya

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Kurdistan 24ê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê li Hewlêrê bi Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ra civiya.

Hîn tu raporek ji hûrgiliyên vê hevdîtinê nehatiye belavkirin.

Ew pêştir bi Mesûd Barzanî Serokê Partiya Demokrat a Herêma Kurdistanê ra jî civiyabû.

Zerîf pêştir çûbû Bexdayê û bi serokomar. wezîrê derve, serokwezîr û serokparlimanê Iraqê ra hevdîtin û gotûbêj kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê roja Duşemiyê û di dewama gerra xwe ya navçeyê ji Qeterê derbasî Bexdayê bû.

 

 

Serepeyv