Nîsan 26, 2021 20:28 Asia/Tehran
  • Zerîf dê sibê serdana Herêma Kurdistanê bike

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro serdana Iraqê kir û li gel hevtayê xwe yê Iraqê Fuad Husên û Serokomarê Iraqê Berhem Salih hevdîtin pêk anî. Zerîf li Bexdayê ragihand, ku dê sibe serdana Herêma Kurdistanê û bajarê Hewlêrê bike.

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê û Serokomarê Iraqê di vê hevdîtinê de, pêwendiyên du alî û hevkariyên navbera herdu welatan, meselên navçeyî û navdewletî gotûbêj kirin.

Mihemed Cewad Zerîf herwiha di civîna li gel hevtayê xwe yê Iraqî Fuad Husên de jî tekezî li ser giringiya têkiliyên Tehran-Bexdayê û pêşxistina pêwendiyan kir û ji ber hewlên Iraqê yên jibo pêkanîna gotûbêjan li navçeyê spasiya hikûmeta wî welatî kir.

Fuad Husên jî tekezî li ser rola Iraqê di çareserkirina pirsgirêkên navçeyê de kir û got, “Bexda li navçeyê roleke giring di berdestkirina aştiyê de heye.”

Li gorî bernameya serdanê, Zerîf herwiha dê bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Serokê Parlamenta Iraqê Mihemed Helbûsî re jî bicive.

Di çarçoveya serdana xwe ya du rojî de, biryar e Wezîrê Derve yê Îranê sibe Sêşemê 27ê Nîsanê serdana Herêma Kurdistanê jî bike û li Hewlêrê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re jî  bicive.

Serepeyv