Nîsan 16, 2021 23:14 Asia/Tehran
  • Balafirên Tirkiyê navçeyên ser bi Dînartê ve bordûman kirin

Balafirên şer ên Tirkiyê îro du caran li pey hev derdora gundekî navçeya Akrê ya li parêzgeha Duhoka Herêma Kurdistanê bombebaran kirin. Tê gotin, cihê ku hatiye bordûmankirin, pir nêzîkî cihên niştecihbûnê bûye.

Li gor zanyariyan, balafirên Tirkiyê derdora gundê Mêmberî yê ser bi bajarokê Dînartê ku nêzîkî sînorê qezaya Akrê li parêzgeha Duhokê ye, bordûman kirine.

Rêveberê Bajarokê Dînartê, Şeiban Berwarî jî ji Rûdawê re ragihand, “saet 14:27 û 14:45 firokeyên Tirkiyê du caran li pey hev Geliyê Mêmberî ya li nêzîk gundê Mêmberî bordûman kirin.’”

Şeiban Berwarrî got, cihê ku hatiye bordûmankirin, tenê bi qasî du kîlometran ji cihê nîştecihbûna xelkê dûr e.

Têkildarî zirarên bordûmanê jî, Rêveberê Bajarokê Dînartê ragihand: “Ti zirareke canî çênebûye, lê ji ber dengê balafiran û bordûmanê xelkê navçeyê tirsiyaye.”

Roja bihorî jî Tirkiyê çend navçeyên sînorî li qezaya Amêdiyê bombebaran kiribû.

Serepeyv