Nîsan 16, 2021 13:38 Asia/Tehran
  • Wezaretên navxwe yên Iraq û Herêma Kurdistanê têkildarî êrişa Hewlêrê daxuyaniyek hevbeş dan

Wezaretên navxwe yên Iraq û Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa ser Hewlêrê de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û ragihandin, bi fermana serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê, komîteyeke lêkolînan dest bi lîkolînan kiriye ji bo dîtina tawanbaran û cezakirina wan.

Di daxuyaniyê de hatiye, êrîşên vê dawiyê li ser Hewlêr û navçeyên din, êrîşên terorîstî ne û armanca wan têkdana asayîşa civakî ye.

Wezaretên navxwe yên Herêma Kurdistanê û Iraqê dibêjin, êrîş hewleke şikestî ye ji bo têkdana pêşveçûnên vê dawiyê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi taybetî hemahengiya ewlekarî.

Herdu wezaret amaje bi wê yekê jî dikin, ku hemahengî û hevkariya wan berdewam dibe ji bo parastina aramî û asayîşa welatiyan û rûbirûbûna wan aliyên ku vê rewşa ewlekarî têk didin.

Derdora demjimêr 09:50 şeva 14ê Nîsanê êrişek li dijî balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat encamdan.

Hevpeymaniya Navdewletî her şev ragihand, ku êrişa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi rêya firokeya bêpîlot (dron) hatiye encamdan. Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî, Wayne Marotto derbarê êrişê de ji Rûdawê re ragihan, “êriş bi dronê hatiye kirin û ji ber êrişê agir li depoyekê ketiye.”

Serepeyv