Koma Seraya El-Demê berpirsiyariya êrîşa ser MÛSADê li Iraqê girt ustiyê xwe
Nîsan 15, 2021 09:50 Asia/Tehran
Koma Seraya El-Demê ragihand: Vê komê navenda ser bi MÛSADê li Hewlêra navenda Herêma Kurdistanê girtiye ustiyê xwe.
Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya El-Cezîreyê, Koma Seraya El-Demê bi daxuyaniyekê ragihnad: Di êrîşa ser rêxistina sîxoriyê ya MÛSADê li Hewlêrê ziyanên giran li hêz û alavên dijminê siyonîst ketine.
Çavkaniyên iraqî Sêşemiyê bi şev qala êrîşa ser navendeke istixbaratî û operasiyona sîxoriyê ya Rêjîma Siyonîst li bakurê Iraqê kirin.
Li gorî ragihandina çavkaniyeka ewlehiyê, di êrîşa ser MÛSADê li Hewlêrê 10 siyonîst hatine kuştin û birîndar bûne.