Nîsan 14, 2021 14:08 Asia/Tehran
  • Îro 33 sal bi ser operasiyona Enfalê re derbas dibe

Îro 33 sal bi ser operasiyona qirrkirina Enfalê li devera Germiyana Herêma Kurdistanê re derbas dibe ku tê de rêjîma Beis a rûxandî bi hezaran jin û zarokên Germiyanî veguhastin û winda kirin.

Berî 33 salan rêjîma Beis a Iraqê li pêş çavên civaka navdewletî di heyama 7 mehan de û di 8 qonaxan de, proseya enfalkirina gelê Kurdistana Iraqê pêk anî.

Di wê proseya leşkerî ya rêjîma Beis de, zêdetir ji 4 hezar û 500 gundên Kurdistanê û bi sedan bajarok û zozan wêran kirin û xelkê wê ber bi çarenivîseke nediyar ve birin.

Di enfalkirina Germiyanê de ku di qonaxa 3emîn de bû, artêşa Iraqê di 6 – 12 Nîsana 1988an de ji her aliyekî ve êrîşî ser Germiyanê kir, ji Kelar ta Cebare û Sengaw û ta Aşdax û gundên derdorê û bi hemû cure çekên nû û teknolojiya nû ji asman û zemîn ve êrîş kir û bi hezaran malbatên kurdan enfal kirin.

Li gorî amarên fermî, herî kêm 182 hezar kurdên bê guneh di operasiyona Enfalê de hatin komkujkirin û wendakirin. 

Serepeyv