Qedexetiya hatûçûnê navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê jibo sekinîna dijî belavbûna KOVÎD-19ê
Nîsan 06, 2021 11:49 Asia/Tehran
Wezareta navxweyî ya Herêma Kurdistanê li pey zêdebûna babetên tûşbûna bi Vîrûsa Koronayê, qedexetiya hatûçûnê navbera parêzgehên Herêmê û parêzgehênm din ên Iraqê ragihand.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Rûdawê, Li pey zêdebûna berbiçav a babetên tûşbûna bi Vîrûsa Koronayê, qedexetiya hatûçûnê navbera parêzgehên Herêmê û parêzgehênm din ên Iraqê ragihand.
Di daxuyaniya vê wezaretê da hatiye ku tenê kesên ser bi NY, rêxistinên navneteweyî, dîplomat û desteyên fermî dikarin ji navçeyên din derbasî Herêmê bibin.