Êrişa bi mûşekan ser Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê
Berpirsê Sengerê Rojavayê Kurkûkê ya Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê Nûrî Heme Elî ragihand ku li navça Pirdê sê mûşek ber bi aliyê hêzên pêşmerge hatin avêtin, lê ti ziyank li wan neketiye.
Berpirsê Sengerê Rojavayê Kurkûkê ya Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku şeva borî bi sê mûşekan êrişî bereya pêncemîn a Hêzên Pêşmerge li li navçeya Pirdê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve kirin.
Nûrî Heme Elî da zanîn ku di encama êrişê de ti ziyanek a Pêşmergeyan nebûye.
Herwiha Nûrî Heme Elî diyar kir ku ew nizanin mûşek ji kuderî ber bi sengerên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê hatine avêtin û lêkolîn derbarê êrişî de berdewam in.
Welatiyekî Pirdê bi navê Îsmaîl Felah Mehmûd jî ji Rûdawê re ragihand ku ji derdora navçeyê dengeke bilind ya teqînan hat bihîstin û dengê doçkayan jî tê de bû.
Îsmaîl Felah Mehmûd eşkere kir ku hêzeke zêde ya ewlekariyê di nav Pirdê de belav bûye.