Cîgirê serokwezîrê Qeterê gihêşte herêma Kurdistanê
Adar 24, 2021 21:30 Asia/Tehran
Îro 24.03.2021ê cîgirê serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Temîm bi armanca bihêz kirina hewkariyên navbera herdu aliyan û vekirina konsolxana welatê xwe li Hewlêrê gihêşt herêma Kurdistanê.
Di dema geheştina wî ya di balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê de cîgirê serokê herêma Kurdistanê Şêx Cehfer Şêx Mistefa û serokê fermangeha peyvendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî pêşwazî li cîgirê serokwezîrê Qeterê kirin.
Mihemed Bin Ebdulrehman ku heman demê de wezîrê derve yê Qeterê ye jî bi armanca gotûbêjkirina çend pirsgirêkên siyasî û aborî gihêşt herêma Kurdistanê û yek ji wan jî vekirina konsolxana Qeterê ye li Hewlêr navenda Kurdistana Iraqê.