Adar 24, 2021 09:46 Asia/Tehran
  • Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dîsa diçe Bexdayê

Ji bo gotûbêjkirina pişka Herêma Kurdistanê di projeqanûna bûdçeya sala 2021ê ya Iraqê wê şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê.

Duh sêşemê Berdevkê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Semîr Hewramî duh sêşemê 23.03.2021ê ji Kurdistan24ê re axivî û got:’’ Bi armanca temamkirina gotûbêjan a li ser pişka Herêma Kurdistanê li û ser xala 11ê projeyasaya bûdçeya Iraqê di demeke nêzîk de em ê herin Bexdayê.

Herwiha Semîr Hewramî aşkere jî kiriye Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel rêkeftinê ye û dixwaze xalên rêkeftinê werin cîbicîkirin.

Tê çaverêkirin ji bo dengdana projeyasaya bûdçeya sala 2021ê hefteya dahatû bicive.

Serepeyv