Li Herêma Kurdistanê 505 kesên din bi Koronayê ketin
Adar 20, 2021 09:17 Asia/Tehran
Li Herêma Kurdistana Iraqê 505 kesên din bi Koronayê ketin û 6 kes jî pê mirin.
Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê derbarê amara pêketî û candayiyên Koronayê di roja 19 adarê de ragihand, di nav 24 saetên borî de 505 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine û 192 pêketî jî baş bûne.
Wezareta tenduristiya Kurdistana Iraqê herwiha da zanîn ku ji duhî ve 6 kes jî bi Koronayê mirine.
Li gorî amarên han, hejmara pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gihîştiye 115 hezar û 15 kesan. Ji wan kesan, 106 hezar û 515 kes baş bûne û 3 hezar û 585 kes jî mirine.