Adar 18, 2021 23:39 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 512 kesên din bi Koronayê ketin

Li Herêma Kurdistana Iraqê 512 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û du kes jî pê mirin.

Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 512 kes li vê herêmê bi Koronayê ketine û 231 pêketî jî baş bûne.

Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn ji duh ve 2 kes bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Li gorî amarên hanê, hejmara pêketiyan li Herêma Kurdistanê gihîşt 114 hezar û 510 kesan. Ji wan kesan, 106 hezar û 323 kes baş bûne û 3 hezar û 579 kes jî mirine.

Serepeyv