Adar 18, 2021 10:02 Asia/Tehran
  • Ji bo gotûbêja bi rayedarên iraqî şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê çûye Bexdayê

Şanda hikûmeta Kurdistanê dê li ser pişka Kurdistanê di bûdceya Iraqê de bi komîsyona darayî ya parlementoya Iraqê re bicive.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talebanî êvara sêşemê çû Bexdayê ji bo gotûbêja bi rayedarên hikûmeta navendî ya Iraqê.

Şanda hikûmetê Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêja ser pişka vê Herêmê di bûdceya Iraqê de bi komîsyona darayî ya parlementa Iraqê re gotûbêjê dike.

Şanda Kurdistanê dê piştî civîna han, bi firaksiyonên parlementê re jî li ser heman mijarê bicive.

Beriya niha wezîrê plandanîna Herêma Kurdistanê Dara Reşîd gotibû, hikûmetên Kurdistan û Iraqê li ser pişka Kurdistanê li hev kirine, tenê pirsgirêk li nav parlementa Iraqê de maye.

Serepeyv