Îro 33.yemîn salvegera kîmyabarana Helebcê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i324937-Îro_33.yemîn_salvegera_kîmyabarana_helebcê_ye
33 sal berî naha di rojeke wek îro 16ê Adarê de, tewan û cinayeteke komkujiyê li hember xelkê bajarê kurdnişîn ê Helebcê, ji aliyê rejîma Beis a dîktatora Iraqê ve pêkhat.  
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 16, 2021 08:57 Asia/Tehran
  • Îro 33.yemîn salvegera kîmyabarana Helebcê ye

33 sal berî naha di rojeke wek îro 16ê Adarê de, tewan û cinayeteke komkujiyê li hember xelkê bajarê kurdnişîn ê Helebcê, ji aliyê rejîma Beis a dîktatora Iraqê ve pêkhat.  

Di encama wî cinayet û tewanî de 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 10 hezar kesan jî birîndar bûn. Herwaha heta naha jî piraniya xelkê Helebcê ji ber hebûna şop û bermayên wê kîmyabaranê dinalin û heta naha jî şûnên çekên kîmyayî li ser hejmarek birîndarên wê demê mane û heta naha jî hin zarokên ku wê demê winda bûne hîn nehatine dîtin.

Li gor zanyariyên BasNewsê biryar e îro li navenda bajarê Helebcê merasîmek birêve biçe û çend çalakî bên kirin. cîhê çalakiyan jî monomenta Helebçe û hin cîhên din dê pêkbên û di merasîman de kesûkarên şehîdan, berpirsên partiyan û hikûmeta Herêma Kurdistanê dê amade bin.

Karesata kîmyabarana Helebcê sala 2010ê li parlemana Iraqê û dadgeha bilind a tewanên Iraqê wek jenosoid hate nas kirin.